ZİVİSTAN
Demsal hene demsal... Ku xwe bi xwezayê re bideng dike û bang dike jiyana mirov. Her demsalek ji insan re jıyaneke nû diyarî dike. Weke pelekî nû.. Di vî pelê paq de mirov bi hîs û ramanên xwe re gav bi gav bi pênûsê re, xwe ji nû dinivîse. Pelê jînbûnê de, dema me bi rojan re çewt an rast,qenç an xirab derbas dibe, lê derbas dibe..Em niha ber bi zivistanê re dimeşin.. Pelê me yê zivistanê ne wek ê darê ye, ku ew xwe biweşene.. Ew bi dilopê baranê re nav hîsên xwe de şil û şad dibe, xwe li ramanê xwe dipeçe.. Bi xwe re xwe germ dike. Ew ji bo keskesor xwe amade dike.. Belê serma jî hebû.. Ew dilgermahiya te ye.. A ku di nava te de dikele dibe dixan û bi hîskirina bêhna te xwe derdixîne.. Berffff ma qey ez te jibîr dikim.. Ew fîstana ku tu li xwe dike bi dilê pak xwe dixemilîne ,der dora me diçe.. Ne pelê me tenê, tu qireja dinyayê jî dide alikî.. Hîskirina te na tijbehe tiştekî din.. Tu hêviyên me ji nû avadike. Tu her hebe. Bayê zivistanê jî cûda ye.. Ew qerîna mirov e.. Ji nêzik an dûr, hedî an xurt.. Bi dengêkî êvînê ew bang dike.. Hîs bike.. Ew şerê ku mirov bi xwe re dike.. Deng bide xwe,ji şerê dilê xwe re bibe guhdar. Ya te wek êvînê dilşad bibe bi wê hîskirinê wezîn bibe an jî te xwe belav bike.. Pelê me yê zivistanê wisa ye.. An te bi xwezayê re rengorengo jînbibe an ji bi tenê nav tenêtî winda bibe.Belê ev ji çavên min demsala zivistanê bû.. Nav pelên me de tiştin hene ku naye nivîsandin. Tiştên ku ji destê mirov naye an jî mirov ji xwezayê bê xeber e. Nav êşan de kul û derdan de xwe winda kiriye. Belê em insan in.. Jiyan her tim ne xweş e, pirsgirek pir in.Ger mirov xwe bi van tenê bibîne,wî çaxî distan dibe goristan ji bo mirov. Wê demê xweza xwe dide alikî hilweşandina mirov derdikeve holê.. Demsal xwe digûhere. Ji bo mirov ew pel,pelê ku ji darê dikeve û nav piyan de winda dibe. Ya te bibe dema salê ku her tim bi demê re jînbibe weke xwezayê an jî bê his û raman, nav jiyanê de ber bi goristanê re, dema xwe bikûje...
,